Nimûneyeke
Çêjdar ji Edebiyata Devkî ya Gelê Kurd:
TÊLIYA QÎZA MÎRZE AXA
Bi qasî ku dizanim,
li seranserê cîhanê edebiyata kêm gel û neteweyî bi qasî
edebiyata devkî ya gelê kurd ‘bedewî-delalî’ya qîz û
jinê bîne zimên. Bêguman, bes çend nimûneyên sereke ji
zargotina kurdî li zimanên biyanî bê wergerandin û
nasandina van nimûne-belgeyan baş bê kirin dê bê dîtin
ku ne kêmî ‘Hamlet’a William Sheakspearê ne. Ev çi
delaliya jinê ye ku di wan hevokan de tê kirin? Bi rastî jî
delalî-xweşikahiyeke bi vî awayî heye?
‘Çav û birûyê reş
ê leglegî’ çawa ne? We keç û qîzên xwedî ‘Lêvên
tenikî kaxetî’ li ku dîtine? ‘Diranê sîmê hûrê
mircanî’ tê çi wateyê? ‘Serê memikan sor in, qoratên
memikan spî ne, mîna ‘Qazocaxê Ceryanlî’ ne!’ çi tîne
bîra we!? Helbet, di van gotinan de edebiyateke ‘qirase’
heye. Ne tenê ‘bedewî’; carinan ‘karesatekî’ sosret,
carinan ‘bextreşiyekî’ malkambax, carinan jî ‘mêrxasiyekî’
bêhempa heye.
Her wekî, bi sedan
nimûneyên ji edebiyata me ya devkî, kilama ku bi navê ‘Têlî’
an jî ‘Têliya Qîza Mîrze Axa’ hatiye naskirin û
binavkirin nimûneyeke çêjdar e ku ji devê ‘dengbêj’
ango ‘goyende’yan heta îro hatiye. Min bixwe ev kilam, bi
zaravayê kurmancî ji dengbêjên Serhed, Xerzan, Botan û Êrîvanê
bi guherto (versiyon) yên hemû ji hev xweştir! Guhdarî
kiriye. Hêviya min ew e ku kilama navborî li seranserê welêt,
bi zimanê kurdî û bi zaravayên kurmancî, soranî û zazakî
hatibe bilêvkirin. Heger bi vî awayî be kirmancaxêv (zaza)
û soranîaxêv ji vê nimûneya ‘çak’ a edebî haydar
in. Ev bixwe şansek e!
Welhasilî kelam! Wekî
min eşkere kir, min kilama ‘Têlî’ di heft salên
dawî de, ji devê çend dengbêjî guhdarî kir. Ne şaş
bim di sala 1998-1999’an de, min yek ji van guhertoyan di
Rojnameya Azadiya Welat de neşir kir. Kilama li jêr ku hûnê
niha li jêr bixwînin, min ji devê Dengbêj Salihê Qubînî
ku ji Herêma Xerzan e berhev û tomar kir, paşê jî bêyî
ku dest bidim naveroka wê darêşt ser kaxezê!
Kerem bikin! Hûn û
Kilama ‘Têliya Qîza Mîrze Axa’...
***
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî
Têlî Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Ezê serê sibê ji xewka
şêrîn rabim bêjim Têlî
Bi nava rojê bibêjim Têlî
Bi êvarê, bi saetê, bi
deqê, bi saniyê
Ji axîn û kedera dilê
xwe re wezê bang bikim
Rabim bibêjim Wey Têlî...
Na na Weleh heya bikeve
çavê min kefa vê sabûnê
Wezê bêjim Têlî
Heta li ser singê min
bibe ‘çîrîna’ kefen, ta û derzî
Ezê rabim bibêjim Wey Têlî
Heya li ber piyê min, li
ber serê min
Cotikê kêlên keviran
hebe
Wezê bêjim Têlî
Heta li ser singê min
peya bin
Cotek ‘Melekê Muqerem’
‘Qasidê Xwedê’
Le gava ji min sûala
qebrê bikin
Yeqîna we ji Xwedê bê
Ezê cewaba van melekan
nadim
Ezê pişta xwe bidim
van melekan
Dîsa ezê bêjim Wey Têlî
Têlî Têlî Têlî
Le min got; Tu hûr î,
boz î, beyaz î,
Xalis î, kihêl î, mûxlis
î,
Ne ad û ne îmze li ber
navê te ne
Wele li ber dilê min tu
kihêl î
Ez vê sibê hatime mala
bavê te
Nizanim çima wisa sûretê
sor ji min diveşêrî
Heft birakê te hene
Heft heb xwişkê min
hene
Sedema çavê te yê reş
û belek
Ezê ji wan re bikim berdêlî
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Lê heylê zalimê...
Min got Têliya min lê
hayê
Bejinbilinda min lê hayê
Bila qeda heftê bela
bikeve
Zewacîka dilketinê
Her çar rokê dinyayê
Çiqasî malê bavê min
zehf be
Bavêjim Banqê Tirkiyayê
Nizanim çima qelenê bavê
te dernayê
Îsal beriya heft salan
Min ramûsanek bi tenê
Ji Têliya malikşewitî
standiye
Îsal heft salê min
qediya ye
Ji xwe re digerim li der
û li dinyayê
Ezê rojê pênç ferza
destmêj digirim, limêj dikim
Devê xwe dişom bi
sabûnê, bi firçê
Ez dikim nakim
Tama ramûsana vê telesê
Ji binê koka diranê minê
kursî dernayê
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Lê heylê zalimê...
Min got de rabe Têliya
min lê hayê
Sed caran bi min hayê
Vê sibê rabûye vê sibê
Ji derd û kulê dinyayê
Bi tayê Derwêşî
xwe girê daye
Ji xwe re digere li ser rûkê
vê dinyayê
Min got Xaliqo, Rebiyo
Sibê ye ezê diçûm
Mala Têliya xwe bi mêvanî
Sibe bû diçûm Mala Têliya
xwe bi mêvanî
Minê li ber qûlikan û
pacan
Stû xwar kiriye, ji xwe
re kir gohdarî
Min dêhn û bala xwe dayê
Têliya Qîza Mîrze Axa
Destê xwe yê terî-tazî
ye
Daniya ber serê kalekî
heftê û heştê salî
Min dît stêrên çavên
min hatine xwarê
Mînanî çem û kanî
Min got, Xaliqo Rebiyo
Mirin ji min xweştir
e gelo ji vî halî
Min dî bilbilekî ji asîmanê
heft qatî
Ji ser çok û çengê
min danî
Bi min re xeber da
Bi tirkî, bi kurmancî,
bi zazakî, bi romanî
Bi çil û çar zimanî
Digot lo lo kuro lawiko
marûmo
Mexset û miradê te çi
ye?
Min digot, mexred û
miradê dilê min Têlî ye
Digot, na na weleh qesem
dikim bi navê Xwedê
Mexsed û miradê dilê
te û Têliyê
Li vê dinyayê nabe
‘Cineta Baqî’ gelo
‘Erşê Alî’
Na na weleh kor poşman
ez im
Ezê careka dinê
dageriyam
Li ber qûlikan û li ber
pacan
Minê stû xwar kir, ji
xwe re kir gohdarî
Minê dêhn û bala xwe
dayê
Têliya Qîza Mîrze Axa
Serê xwe rakiriye ji ser
cih û ser balgiya
Digot, kuro lawiko, marûmo,
vireko
Rûreşo, derewîno
Zozanê Bîngol û Şerefdîna
Şewitî bişewite
Salek û duwanzdeh meh e
Bi ser me de bi çem û
bi kanî
Na na weleh em hê heft
salî bûn
Çardeh û panzdeh salê
me bi hev re qediyan e
Em ji xwe re digeriyan
lawo
Bi qîzanî bi xortanî
Belê kuliya serê zimanê
te nexwaribû
‘Ava Reş’ bi çavê
te de nehatibû
Tiliya min bi çavê te
re neçûbû
Te rojekî ji nava rojan
Ji heval hogirê dora xwe
re bigota
Dilê min di Têliyê de
ye
Wê gavê me yê bi destê
hev bigirta, birevanda
Biavêta zozanê me yê
jorîn e
Na na weleh tû yê ji
min re bibûyayî malxwe
Ezê ji te re bibûma
bermalî, kebanî
Îro çima tu yê li hal
û demê min napirsî
Ezê ketime tora vî kalê
heftê û heştê salî
Rojê carek mirin ji min
re xweştir e ji vî halî
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Lê heylê zalimê...
Ezê aşiq û
sewdaliya bejn û bala Têliya xwe me
Va ye bi derwêşî
min xwe girê daye
Ji xwe re digerim li ser
rûkê vê dinyayê
Ez dikim û nakim
Sebr û hewas û qinyata
dilê min li vir nayê
Min xwe berda Şamê,
Helebê, Himûsê, Hemayê
Hamûdê, Kerkûk û
Kerbelayê
Derketime serê Meka
Minawer, Kevirê Tûbayê
Hingî erdekî, temîzê
miqades bû
Dikim û nakim
Sebr û hewas û qinyata
dilê min li wir nayê
Min xwe avêtiye Girê
Erefa yê
Ciyê hêvî û dûayê
Na na weleh minê xwe
berda Şarê Îraqê
Serê kûçe û mehelê vê
Bexdayê
Minê dêhn û bala xwe
daye
Qîzikek rûnişti ye,
li binê dara darçinarê
Sûretê Cizûyê, Yasînê
Mane dike rûpela mibarik
a vê Emayê
Digot lo lo kuro, lawiko,
marûmo
Çima wisa li min dinêrî
Navê min e, ji min re
dibêjin ‘Meyremayê’
Belê were di kêleka min
de rûnê
Wezê wê gavê deynim Sûretê
Cizûyê, Yasînê
Rûpela mibarik a vê
Emayê
Digot, sed û yek salan
Tu di kêleka min de bî
Tu car û tu car mirina
malikşewitî
Her çar rokê dinyayê
Li bîra te nayê
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Min got lê lê zalima qîza
zaliman
Qesem dikim bi navê Xwedê
Sed û bîst hebê weka
te hebin li dinyayê
Neynûkeka Qiza Mîrze
Axa pê nayê
Le lê lê zalimê min
got bihar e
Bihara me rengîn e
Li ser riya me Zozanê Bîngol
e
Nemrûd e, Serhed e,
Şerefdîn e
Birek malê bavê Têliya
min bar kirine
Danîne li Zozanê Xazovîzo
Li Qûntarê Sîpanê
Xelatê danîne
Hespê binê min kihêl e,
rewan e
Şopê malê vedigerîne
Min dêhn û bala xwe
daye
Sê konî li Beriya Jêrî
danîne
Ma cotê konê pêşî
kes tê tunîne
Min ajote konê navîn e
Min bala xwe dayê sê
zerî ne
Bi çav û birûyê reş
ê leglegî ne
Bi dev û lêvên tenikî
kaxetî ne
Bi diranê sîmê hûrê
gelo mircanî ne
Weleh serê memikên wan
sor in
Qoratên memikên wan spî
ne
Mîna ‘Qazocaxê
Ceryanlî’ ne
Li ser masên zêrî û zîvî
ne
Zincîrên dorên wan
xalis û mûxlisên Reşadî ne
Belê ji hikmê nîvê
şevan û pê de
Ji xwe re çay û qehwê
dikelîne
Ez evdala ya ortê me
Navê wê Têlî ye
Qey mîna ev her duyên
din
Jê re bûne kole û
xizmetçî ne
Weleh yek jê çay û
qehwê dikelîne
Ya din rahiştiye
destmalê
Li serê dike bayê baweşîn
e
Weka qaz û qûlingê
Beriya Jorîn e
Belê salê carekî
Serê xwe li Zozanê
Bingol û Serhed û Şerefdînê dertîne