18/11-2012 a ye.......
PIŞTÎ 67 ROJAN, ROJ BAŞ JÎYAN
67 roja Berxwedaneka dîrokî hebû. Zarokên me virnî hînî wî dengî, Bijî
Berxwedana Zindana bûn. Gava zaroka ew silogana dibihstin radibûn ser
piya bi pêçiyên xwe îşareta serkeftin dikirinedikirin.
"Bijî berxwedana Zindana”
Çiroka berxwedana zindana gelek kevn e. Di sala 1980 an dest pêkir û
hetanî roja me ya dewam kir. Em ji berxwedana Mazlum, Hayrî, Alî û
Kemal Pîr hînî "Bijî Berxwedana Zindan a bun”.
Lê Zarokên me jî ji weşanên Stêrk tv e û ji gelê Kurdî 67 rojan bi
hurik û çûçikên xwe ve bi şev û roj li kolanan li ber girtingeha
diqiriya hînî wê siloganê bûn. "Bijî Berxwedana Zindana”
Gruba yekemîna ku ketî gireva birçîbûne di 12 îlonê de digel wekîlên me
girtî bi 15-20 kesa dest bi girevabirçîbûna bêdem û bêdor kirin. 12
îlonê tarixeka wetadar e.
Li sala 1980 an da Mazlum û Xayrî, Alî û Kemal Pir dest bi girevabirçî
bûne kiribûn. Îro jî wî mirasî hevalên wan girtine ser milê xwe. "Barê
giranî li ser mila” Lê qehremanê Kurd di bin wî barî giran de newestin û
birçînebûn û paşve gav neavêtin.
Gruba duyem piştî 10 roja
bi 60-70 kesî dest bi gireva biçîbûna bêdem û bêdor kirin. "Em li
hevalên xwe nabin temaşêvan dest bi gireva birçîbûne kirin û bedena xwe
dan ber miriniye. Bi siloganên "Em zarokên têkoşînene. Em can fedayê
Ocalanin”
Bi rastî ji wiha bû 67 roja ti xwarin nekete qirika wan. Ew bi dil û
can û eşqa welatekî azad bezin şahdetê, ji bo serokê xwe, ji bo zimanê
xwe û ji welatê xwe bedena xwe dan ber mirinye.
Ezraîl Erdogan li dora wan govend dikşand û li hêviyê bû ku ew bimirin û
ew ji wan xelas bibe. Zebaniyên Kurd wekîlên AKP bi eslê xwe Kurd ji
Erdogan re peyatî dikirin destê xwe li çepik li hev didan û li ber wî
stûxwar diman.
Lê dîrokê ew rûreş kirin. Piştgiriya gelê Kurd çalekvan li ser pîya û
zindî girtin. 67 roja dayik bavik, xwişk bira û welatparêz li berbanga
sibê li ber girtingeha û li parqa û li ber avahiya BDP bûn.
Ezraîl Erdogan fitne fesadi û dijminatiya xwe bi vekirî dijî çalekvan û gelê Kurd a domand. Erdogan pewir dabû xwefiroşên Kurdê wek Kemal Burkay Muhsin Kizilkaya, Mehmet Metiner û ên din, bi televizyon televizyon gerin herîyê avêtin çalekvana û partiya wan.
Bila diyalog pêk bê û di bin bana meclîsê da ew pirsa çareser bibe. Ne
bi girevên birçîbûne, ne bi şerê çekdarî, ne li ser bedena mirova
hesaba bikî, em dizanin gelek xismên girtiyên di gireva birçîbûne da ne
razîne ku zarokên wan ketine gireva birçîbûne. Lê ji PKK e ditirsin ji
bo wê dengê xwe bilind nakin. Qandîl çavsoriyê dide ser girtiya. Bi wan
helwestên xwe dijminatî dixwstin serê gelê Kurd tevli hev bikin. Lê
gelê Kurd dizanin ew çi mal in.
Serokê meclîseyî kevn Mehmet Ali Şahîn gaveka din pêşda çû got, "Dibe
ku di girtingehan da mirin pêk bên. Çima? PKK dikarê wan bikujê li ser
bedena wan polîtikaya xwe biajo.”
Lê derew û rûreşiyên wan perê nekirin. Vê carê jî PKK, PJAK li ya
biryar dan ku bi 10 hezar girtî di gireva birçîbûne kevin. Bi deh hezar
ketin gireva birçîbûne. Dîreksonê di dest Erdogan da xar kirin.
Qelemfiroşên AKP li heqeret û rûreşiyan kirin. Gotin BDP û KCD lî bi xwe goşt û kebaba dixwin girtiya jî dişînin mirine.
Şaredarê Amedê Osman Baydemir,
hevseroka BDP Gulten Kişanak, hevseroka KCD Aysel Tugluk, wekil Adil
Kurt, Emîne Ayna û Sirri Sureya Onder kirasê mirine li xwe kirin dest bi
gireva birçîbûna bêdem û bêdor kirin ew10 roja di girevê da man.
Leyla Zana du roja di oda xwe ya meclîsê da dest bigireva birçîbûne
kir. Girevên birçîbûne li hemû Tirkiyeyê û girtingeha belav bûn.
Piştgiriyên xort ji Başûr hat in. Li ber avahiya Parlementoya Kurd
Şiwan Perewer kete gireva birçîbûne. Gelê Soran bi deh hezara
xwepeşandin û meş li darxistin û piştgiriya xwe nîşan dan.
Ji Federesyona Rusya piştgirî hat, Kurd li Amerîka ber avahiya Qesra SIPÎ ketin gireva birçîbûn û çaleki pêk anin.
Ji Kurdên li Ewrûpa dijîn piştgiriyên mezin dan. Bi hezara ketin gireva birçîbûne li kolana jîyan li Ewrûpiyan teng kirin.
Her roj çalekî pêk anin. Rê girtin, avahiyên televizyona û avahiya NY û CPT dagir kirin.
Bi Kurtayî li kê dera dinyayê Kurd hebûn li wê derê girev û piştgirî hebûn.
Lê Ezaril Erdogan li ser karê xwe yî fîtne û fesadi dijminatiya Kurda
bû. Got li dijî me santaj û Şovê dikin, derewa dikin ti girevê birçîbûne
tunen bi şev bi dizkî xwarin dixwin.
Li 17 mijarê Kurda bi sed
hezaran daketin kolanan li perqa, li ber avahiyên xwe û 100 û 200
metro durî girtingeha betaniyê xwe rêxistin ketin gireva birçîbûne.
Zaroka li kolanan polîs kevir kirin. Polîsa bi hezar qaza biber bi ser
wan da rijand û bi sedan ton ava şidandî avête ser çalekvanan. Gelê Kurd
li dijî Ezraîl Erdogan dijmine Kurda têkoşîn û serhildaneka dîrokî dan.
Ji 00 hezara hikumat Tirsiya. Li hundir serê me bi girtiyan re û li derva serê me bi xizmên wan re di teşqelê û tengasiyê daye.
Hawar xwe gihand Îmraliyê. Lê di ber wê jî gelek cara çûbû ber lingê birêz Ocalan ew xapand.
Li gor medya di nav 36 seatan da nunerê MIT e 3 cara bi Ocalan re hevdîtin pêk anine.
2-3 Roja di ber wê cigirê serokwezîr Bulent Arinç derket
pêşberî medya û rayagiştî ji wan rica kir ew dest ji gireva birçîbûne
berdin. Lingê me nekin tengasiye. Me bi mirinan xemgîn nekin.
Em di demeka kin da qanuna zimanê dayikê pêşkêş meclîsê bikin. Eger
hewldan îro bi dawî bibin, em dikarin îro pêşkeş bikin û di parlemento
re derbas bikin.
Girtî dikarin bi zimanê xwe xwe biparêzin. Ew mafê wan xwezaye.
Lê bi lêz û bêz qanuneka pî û baskê wê birî pêşkêşî meclîsê kirin. Di
meclîsê re derbas kirin. Girti dikarin xwe bi zimanê xwe bi parêzin. Lê
bi riya tercûmana û mesrefê tercûmana ew ji berika xwe bidin. Ew
rûreşiya 60 sali di ber wê jî li me dikirin gava ku me li dibistana bi
Kurdî deng dikir ji me pere distandin. Ew biryara ji salê 1940-50 an da
hê serê wan da şopa xwe maye. Îro dixwazin wê dîsa pêk bînin.
Kurda ew biryara û qanuna wan a nuh jî nepejirandin. Ma zarokên Erdogan bi pera perewerde dibin ku em bi pera bidin?
Lê dijminê Kurda Erdogan paşve gav neavêt li Kurda jî neavêt
Duh li Wanê û Amedê li dijî Kurda rewşa
teyabet/Orfî îdarî îlan kiribûn. Her der tijî polîs û Jandarma û
polîsên sivîl kiribûn. Li dijî Kurda bi hezara bombe qazê bi kar anin bi
sedan ton ava şidandî avêtin çelekvana. Lê ti kesî ne qedexê bûna wan
ne jî Orfî îdara wan guhdar kirin. Bi deh hezara daketin kolanan.
Li seat 19:00 êvarî gava ku birayê Ocalan Mehmet Ocalan ji giravê vegerî daxuyaniya birêz Ocalan da rayagiştî wekil û şaredara ireva xwe ya birçîbûne nerm kirin.
Hevseroka BDP Gulten Kişanak, hevseroka KCD Aysel Tugluk, Sabahat
Tunecel û Sirri Sureya bi berpirsê girtiya Deniz Kaya re hevdîtin pêk
anin û daxuyaniya birêz Ocalan bi niviskî da wan. Wan daxuyaniya serokê
xwe wek ayetek dîtin, em ê sibê dest ji gireva birçîbûne berdin.
Ji girtiyan bersiv: Em greva xwe bi dawî dikin
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya, piştî daxuyaniya
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya wan
bi serkeftinek mezin gihiştiye armanca xwe. Kaya,da zanîn ku ew banga
Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan watedar dibînîn li ser banga
rêberê xwe çalekiya xwe bi daw dikin. "Ev çalekiya wekî berxwedana
dîrokî ket nava rûpelê dîrokê ciyê xwe girt.
Demîrtaş: Gelê Kurd ji berxwedan û diyalogê re amade ne
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş di mitînga Kopê ya Mûşê de
axive û wiha got:"Gelê Kurd dixwaze azad û bi nasnameya xwe xwe bi xwe
bi rêve bibe. Ev greva birçîbûnê ji bo van daxwazan bû. Ji bo vê yekê
lazime tercîda li ser Ocalan rabe ji nû ve mûzakere destpê bike. Ji niha
û şûn ve divê bêyî ku mirin pêk bên em rûnên û pirsgirêkê çareser
bikin. Êdî dora çareseriyê ya hikûmetê û Serokwezîre."
Heyeta BDP'ê pişti axaftinan derbazî Gimgimê bû.
KCK: Berpirsyarî êdî ya hukûmetê ye. Karê ku ketî ser milê me me pêk anî.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyan dest ji greva
birçîbûnê berdan. Serokatiya Desteya Rêveber a KCKê derbarê mijarê de
daxuyanî da û got: "Em jî weke tevger radighînin ku em ê bi temamî li
gorî banga Rêber Apo tevbigerin û li ser vî esasî em dixwazin hemû
hevalên me yên di berxwedanê de dawî li çalakiya xwe bînin.” KCKê got;
"Berxwedan girtiya gihiştiye armanca xwe” û da zanîn ku Ocalan careke
din vîna xwe ya ji bo çareseriya aşitiyane danî û holê, êdî
berpisiryartî ji vir û şûn ve ya hukûetmê ye.
"Banga Rêber Apo, banga me ye. Em jî dê li gorî bangê tevbigerin û em
dixwazin hemû hevalên me yên di berxwedanê de ne dawî li çalakiya xwe
bînin.”
Tûglûk: Ocalan rêberê aşitiyê ye
Wekîlên BDP'ê û endamên meclîsa daîmî ya KCD'ê ku li avahiya KCD'ê dest
bi greva birçîbûnê kiribûn bi daxuyaniyekê dawî li çalakiyê anîn.
Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk got: "Birêz Ocalan ji bo pirsgireka kurd bi
riya aştî û demokrasiyê çareser bibe gavên girîng avêt. Carek din rola
xwe ya aştiyê lîst. Birêz Ocalan Rêberê Aştiyê ye.” Parlementera
Serbixwe Leyla Zana ku li meclîsê dest bi çalakiyê kiribû jî dawî li
çalakiyê anî.
Çalakiya birçîbûnê ya Brukselê bidawî bûn
Çalakiyên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk ji 12’ê Îlonê ve dom
dikirin, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro çalakiyên
birçîbûnê yên li Ewropayê bidawî dibin.
Çalakiya birçîbûnê ya li Îrlandayê bidawî bûn
Çalakiyên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji 12’ê Îlonê
ve li girtîgehên Tirk destpêkiribûn di roja 68’an de li ser banga Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro di demjimêrê sibehê de bidawî bûn, Kurdên
li Ewropayê jî di çalakiyên birçîbûnê de çalakiyên xwe bidawî dikin.
Çalakiya birçîbûnê ya li Mêrsînê bidawî bûn
Mêrsîn - Çalakiya birçîbûnê ya
duh li Mêrsînê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li
girtîgehên Tirk destpêkiribû, bi daxuyaniyek ya çapemeniyê bidawî bû.
"Bijî berxwedana zînandan”, "Bê serok jiyan nabe”, "Bi berxwedanê em dê
qezenc bikin”, "Em aştiyê dixwazin, dê aştî pêkwere” qêriyan. Polîsan
li ber deriyê avahiya BDP’ê ewlekariyên mezin girtin, her wiha wesayîtên
zirxî û TOMA li ser rêyan bicih kirin.
Çalakiya birçîbûnê ya Hamburgê bidawî bûn.
Kurda girêdana xwe ya bi Ocalan re ji dost û dijminan re da diyar kir. Em yek in.
Di nava me da xain xwefiroş tunen. Li Şêx saît hebûn, li Dersimê û Aratê hebûn. Lê hûn êdî mirovê wiha nabînin. Em Apocî ne.
Belê îro 18 mijdarê çalekî li hemû girtingeha bi dawî bûn. Li Ewrûpa bi
dawî bûn. Îro bi qasî 70-80 girtiyên di gireva birçîbûne da rakirin
nexweşxana ji bo tedawî û derman kirine.
Serokê TUHAD-FED Zubeyde Teker gazî
gelê Kurd kir ku ew girtiyan li nexweşxaneyan tenê nehêlin. Dewelet wan
rast derman bike. Ji ber ku em li her deweran Tirkiyeyê dibînin ku li
dijî me Kurda bi taybetî jî li dijî PKK li ya dubendî û rûreşiyê dikin.
Ez ji bo wê gazî we dikim li nexweşxana li girtiyan
xwe dî derkevin. Nûçê......
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi awayê "Çalakî
gihiştiye armanca xwe, zû dawî li çalakiyê binîn" girtiyên ji doza PKK û
PAJK'ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew banga Ocalan esas digirin û
dawî li çalakiyê tînin. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, jî
bang li hemû gelê kurd kir û xwest li ber nexweşxaneyan di pêvajoya
dermankirina hevalên wan ê girtî de girtiyan li nexweşxaneyan bi tenê
nehêlin.
Ji bo wê îro ber nexweşxana bibû mahşer, te derzî biavêta li erdê
nedikaet. Stranên şoreşgerî dihat strandin. Kêfxweşî hebû. Siloganên em
bi wê serbilind dihatin avêtin. Ber nexweşxana ji wesaitên bi zirx û
erebeyên Toma ranedibû. Bi hezaran esker û polîsa nexweşxanê dorpêç
kiribûn.
Berxwedana Zindana bi dawî bû. Lê çalekî bi dawî nebûn. Îro hevserokê
BDP birêz Demirtaş li Muşê Kopê û Varto bû. Bi deh hezara ew pêşwazî
kirin. Dayika xwe avêtin ber otobûsa wî got, ew digel me bê. Ew perçek
ji laşê me. Em bi wî serbilind in.
Lê Ezrail Erdogan ji kuştina me şerê li dijmê me Kurda Apociya têr nebû.
Di derengiya êvarî da gelek balafirên şer şandin herêma parastina medya
Herêm bombe baran kirin. Lê rastî têkoşîn û micedeleya giran hatin.
Balafirek xistin/an derbe kirin 5 esker mirin gelek jî birîndar bûn. Ew
ji aliya TKS ve jî hat eşkerê kirin û medya ser rast kir ku 5 tîmên wan ê
taybet hatine kuştin. www.rojnivisk.com
|