Êrîvan -
Dengbêjî beşek pir girîng a çanda devokî ya KuRdan e. Bi taybet li
Herêam Serhedê û di nava Kurdên li Kafkasyayê de xwedî cihek girîng e.
Bav
û kalên wan ji Wanê koçberê gundê Devê Xerabe yê Ermenîstanê bûn.
Dengbêja Kurd Dilbera Wekîl di 14’ê gulana 1957’ê de li vir çavên xwe li
jiyanê vekir. Dengbêja jin ji ANF’ê re axivî û çîroka mereqa xwe ya ji
bo dengbêjiyê vegot:
DI 14 SALIYA XWE DE LI RADYOYA ÊRÎVANÊ BÛ
"Li gundê me hewayeke xweş a hunera Kurdî hebû, her kesê guhdarî klaman
dikir, û ji gerandina govendê hez dikir, hinek ji wan jî stran digotin.
Ez dikarim bêjim gundê me gundê dengêjiyê bû. Gava ez şeş salî bûm xalê
min Tîmûrê Fete dengbêjeke mezin bû. Min wê demê guhdarî wî dikir.
Hezkirina min a ji bo klaman wiha dest pê kir. Di sala 1968’ê de gundê
me hat belavkirin û malbata me li gundê Cirabîr bi cih bû. Ji dengbêjên
Kurdistanê herî zêde ji Şemdîn hez dikim. Li gundê me yê nû êdî min bi
xwe klam digot. Di wê demê de hîna dapîra min jiyana xwe ji dest nedabû,
navê wê Çîla Huto bû. Dengê wê pir xweş bû. Wê jî pir xweş klam digot.
Min dengbêjiya xwe ji wê girt. Min di 14 saliya xwe de li Radyoya
Êrîvanê dest bi gotina klaman kir. Min û kurê xaltîka xwe û xwîşka xwe
gelek stran li Radyoya Êrîvanê gotin.”
KOMA KURDISTANÊ
Di
sala 1977’ê de tevî muzîdsyen Xelîlê Ebdullah û malbata Wekîle Koma
Kurdistanê tê avakirin. Koma Kurdistanê ne tenê stran, di heman demê de
koma folklorê jî bû. Dilbera Wekîle wiha behsa wan rojan dike:
"Di komê de hevserê min Hesenê Îsrafîl, birayê min Kinyase Wekîl, Mecîdê
Xulamî, pismamê min Hemîdê Kinyas, Teyforê Mecîd, Ehmedê Îsrafîl, her
du xwîşkên min Şemam û Temam, birayê min, pismanên min, keçxalên min
Felek û Xanim, Gulîstan Mecîd di komê de bûn. Bavê min Wekîl dersên
folklorê nîşanî koma me dida. Wê demê em li herêma Aboviyan yekemîn koma
Kurdan bûn. Di wê demê de li herêma Aboviyan mihrîcana çand û hunerê
hat lidarxistin. Tevî hemû komên Ermenî û Kurdan koma me Kurdistan jî
beşdar bû. Di mihrîcanê de bala her kesê hat ser koma me û em bûn
yekemîn. Di sala 1978 em ji bo pîrozbahiya Newrozê, bi organîzatoriya
Prof. Qanadê Kurdo, çûn Lenîngradê. Di wê pîrozbahiyê de koma me pêşeng
bû. Dîsa koma bê hejmar di Radyoya Êrîvanê de klam got.”
Lê ji
ber endamên jin ên komê dizewicin û diçin cihên cûda, Koma Kurdistanê di
sala 1980’yan de belav dibe. Gelek endamên zilam ên komê jî diçin
derveyê Ermenîstanê, hin endamên komê jî jiyana xwe ji dest dane. Dilber
di dema sohbeta me ya der barê vê mijarê de nefesek ji kûrahî dikişîne û
dibêje; "Piştî wê jixwe êdî rewşa Kurdan xirab bû. Bi taybet jî Kurdên
misilman. Bi deh hezaran Kurd koçberê Asyaya Navîn bûn. Gelek ji wana
reviyan Azerbaycan û Rûsyayê. Demên berê çûn êdî. Li Ermenîstnaê tenê
çend malbat man. Di demek wiha de ne dengbêjî, ne huner dimîne.”
PKK HAT, REWŞ BAŞ BÛ
Piştî
ku koma wan belav dibe, Dilber koçberî tu deverek din nabe, ji ber
bêderfetiyê demekê dest ji karê xwe yên dengbêjî û folklorî berdide.
Heta tevgera Azadiya Krudistanê xwe digihîne Kafkasyayê. Piştî vê
pêşketinên êdî rewş ber bi başiyê ve diçe. Dilber wiha behsa xebata
avakirina koma duwemîn dike:
"Di wê demê de me dîsa xwest xwe
komî ser hev bikin. Bê guman di vê demê de rewş pir cûda bû; tu endamên
berê yên komê nemabûn. Her kesê dest jê berdabû. Gava Hozan Şemdîn di
sala 1993 de hat Ermenîstanê, me bi alîkariya wî ji nû ve komek ava kir.
Kom dîsa ji endamên malbata me pêk dihat. Ez, hevserê min, her du keçên
min, zarokên xalê min û hin xanimên din. Navê koma Koma Rewşen bû. Koma
folklor û dengbêjiyê bû. Lê me êdî ji klaman zêdetir stranên neteweyî
digot. Kengî li ku devera Ermenîstanê rojek me ya neteweyî hebûya, me
provayên xwe dikir û em diçûn wê pîrozbahiyê. Piştî hilweşîna Sovyetê,
ev kom bû yek ji komên pêşeng ên Ermenîstanê. Ev koma bi qasî pênç salan
berdewam kir. Piştre belav bû. Sedema wê jî dîsa koçberî, zewac û aborî
bû.”
KOMA SÊYEMÎN, KOMA BERÇEM
Piştî belavbûna koma
duwemîn jî Dilber dest ji dengbêjiyê bernade û vê carê tevî keça xwe
Tamîle, dotmama xwe Gozel, beşdarî pîrozbahiyan dibin. Dilber got; "Lê
me êdî tenê di rojên neteweyî de stranên xwe digot. Me piştre zanî koma
bi sê kesî nabe. Me di sala 2000 de bi alîkariya Mala Kurdan komek bi
navê Koma Berçem ava kir. Kom ji keçan pêk dihat.”
"DIVÊ HEMÛ JIN XWE PÊŞ BIXIN”
Koma
Berçem li herêma Aboviyan û derdora ji 12 keçên Kurd pêk tê. Koma
folklor dileyîst û stran jî digot. Dilber bi xebatên perwerdehî yên komê
re mijûl dibe. Gava me got çima endamên komê hemû jin in Dilberê got;
"Me xwest em zêdetir keçan pêş bixin. Ji ber ku Serok Apo herî zêde
qîmetê dide pêşketina jinan. Ji ber wê jî jinan pêş xistiye û zana
kiriye. Divê hemû jin jî xwe pêş bixin.”
Klamên wê yên destpêkê û
navdar "Nînim Nînim”, "Axa hatin”, "Eyşanê” , "Holê”, "Fatimê”, "Her
çemoo”, "Hecê”, "Bêrivan”, "Têriya Mamo”, "Sûne”, "Kezîzerê”, "Xesiyê”
bi dehan klamên wê yên din hene. Lê mixabin ji ber di wê demê de derfetê
tomara deng tune bûn, gelek ji wan klaman di arşîvên Radyoya Êrîvan ê
de mane. Dilber ji sala 1993 ve li ser Ocalan, Kurdistan û şehîdên
Kurdistanê û azadiya welatê xwe Kurdistanê stranan dibêje.
Dilber
diyar kir ku di dil û hişê jinan de dengbêjî û huner heye û wiha
domand; "Di dilê nazik ê jinan de êş û elemên ku hene, ji yên zilaman
zêdetir in.” Dilber destnîşan kir ku hemû jin bi awayeke xwezayî dengbêj
in û got; "Jina Kurd kengî, li kuderê derfet dîtibe, pêşketinên mezin
afirandiye. Lê mixabin ji ber pêkhateya feodal a civaka Kurdan, astengî
ketine pêşiya pêşketina jinên Kurd. Bi taybet jî di warê dengbêjiyê de.”
Dilberê
diyar kir ku wê tevî hevalên xwe di sala par de Komîteya Dayîkên
Aşitiyê ava kirine û bal dikişîne ku divê dengbêj, hunermend ji her
tiştê zêdetir wezîfeyên xwe yên welatparêzî û yên ji bo azadiya welat û
gelê xwe pêk bînin. Dilber wiha axivî; "Lê gelek caran evane di bin navê
hozantiyê de karê xwe yê welatparêziyê nakin û sist nêzîk dibin. Di
demên wiha de tişta herî girîng welatparêzî ye.”
HÊVIYA WÊ YA HERÎ MEZIN
Dilber
Wekîl nêrînên xwe yên der barê dahatûya dengbêjên jin ên Kurd ên li
Kafkasyayê de wiha got; "Ger em xebatên keçên me yên di Koma Berçemê de
bînin ber çavan, ez bi xwe dahatûyeke pir baş û ronî dibînim. Lê di
heman demê de ez bawer nakim û evane bikarin li Ermenîstanê pêşketineke
baş biafirînin. Şert û mercên li Ermenîstanê ji bo vê yekê ne destdayî
ne. Em xerîbiyeke bê dawî dijîn. Her çawa be jî, pêşketina li welatê
xelkê tiştek pir zor e. Ev keçane jî encex dikarin li welatê xwe pêş
bikevin. Hêviya min a herî mezin ew e ku em rojekê bi azadî vegerin
welatê xwe. Dê wê demê Rêberê me azad bibe, azadiya rêberê me azadiya
Kurdistanê ye.”