DEM NE DEMA GOTÛBÊJÊN
ÇEWT E Piştî bi pêşniyaza
birêz Ocalan rojiya birçîbûnê ya li zindanan hat bidawîkirin,
li Tirkiyê gotûbêjên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd
de dîsa hatin rojevê. Her kes di muxatabiya birêz Ocalan de
xwediyê nêrîna hevbeş e. Diyar e Hikûmet jî êdî gihişt vê
qinyatê. Hemû derdorên têkildar bangî hikûmeta AKPê dikin ku
ji bo çareseriyê gaveke erênî biavêje. Serokê hikûmeta AKPê
Erdogan û berdevkê wî Beşîr Atalay di vê mijarê de daxuyanî
dan û qaşo Kiliçdaroglû jî ev daxuyaniya wana erênî dîtiye! Di daxuyaniya wan de tişta
di çapemeniya Tirk de derdikeve pêş, dixwazin ku PKK dev ji çekan
berde û qasî dused rêveberên wê derbasî welatên wekî Ewropa,
Rûsya û hwd. bibin.
Hîn di destpêka
gotûbêjan de ev raman û nêrîna çewt wê pêşî li ber
çareseriyê bixitimîne û pêvajoyê dirêjtir û bi aloztir bike.
Ji xwe di heman demê de qedexeya qeymeqamtiya Serêkaniyê û êrîşa
polîsan a ser gel û parêzerên DTPyî, mînakek ji niyetxerabiya
hikûmetê dide der e. Niha Erdogan û berdevkê
wî Atalay û CHP ya tev li ramana wan bûye, yan bi xwe pir ehmeq
in, ango vî gelî û tevahiya rayagiştî ehmeq dihesibînin û xwe
çavvekirî dibînin. Niha hinek rastî hene û
dema hikûmet, mûxalefet ango hêzên din bixwazin bi aliyê Kurd re
ji bo rawestandina şer, danîna çekan ango çareserkirina
pirsgirêkan hinek şert bidin pêş, divê destpêkê şertên
pêwîst in werin cih pêk bînin. Ev şert çi ne? A yekemîn, divê
rêbertiya gelê Kurd ji zindanê were derxistin û di hevdîtinên
rawestandina şer de wekî alî mûxatap were girtin. A duwemîn, hemû dîlên
azadiyê, yên zarok û mezin, jin û zilam, ên bi navê KCKê ango
PKKê hatine girtin azad werin berdan. A sêyemîn operasyonên
li hemberî gel û gerîla tên meşandin ji binî ve werin
rawestandin û eskerên li çolteran û çiyan vegerin qijleyên xwe. Gava wekî destpêk ev her
sê şert ji aliyê hikûmetê ve hatin bicihanîn, wê demê
Erdogan, Atalay, Kiliçdaroglu dikarin derkevin pêşberê gel û
qala çareserî, çekberdan, hevdîtin û hwd. bikin, wekî din ti
mafê wan ê gotûbêjên di çapemeniya Tirk de derdixînin pêş
tineye. Tevgereke nêzî çel
salan ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe, bi hezaran şehîd û dîl
daye, ji her malekê windahiyek, şehîdek, şervanek, koçberek,
birîndarek çêbûye, welatê wê hatiye talankirin, her roj bi
bombe û çekên jehrî xweza û zindiyên wê tên qetilkirin,
gundên wê hatine wêrankirin, jiyan li gelê wê hatiye heramkirin,
wiha bê bicihhatina daxwaz û armancên wê yên sereke, ji bo
xatirê kesek du-sê kesên xwenenas ên wekî Erdogan, Atalay,
Kiliçdaroglû çekên xwe danayne û berê xwe nade xerîbiyê,
koçber nabe. Yekî ku Kurdistanê,
Tirkiyê nas neke, Erdogan, Atalay û Kiliçdaroglû nedîtibe, bi
durûtî û dek û dolabên wana nehisiyabe, wê bêje qey çekên
PKKê li serê wê bûne bele, hema dixwazin xwe jê xelas bikin, lê
kesekî li van çekan xwedî derkeve tineye, wê Erdogan û Atalay
hema biçin Qendîlê û ji erdê çekan berhev bikin û bi ser de
rêveberên gerîla jî li xwe heyirî mane, nizanin bê çawa ji
çiyê bazdin û bi kîjan welatî ve birevin; ji bo vê Erdogan û
Atalay ketine heyra wana û ji wana re li Ewropa, li Rûsya li qesr û
qonaxan digerin ku wana bi cih bikin! Hey xwedê aqilekî bide
bêaqilan. Ev tev fen, fût û fitlonekên nehatina ser rêka
çareseriyê ne. Erdogan, Atalay, Kiliçdaroglu û hemû kes û hêzên
wekî wana dihizirin êdî baş zanibin, heta hûn gav neavêjin û
her sê xalên sereke ên li jorê pêk neynin, ji Qendîlê ne
gerîla, ne dused fermandar pisîkeke li ber konê gerîlan jî
danakeve nayê Tirkiyê an welatekî din û dev ji têkoşîna
azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê bernade. Yan hûnê wekî
camêran Kurd û Kurdistanê bipejirînin, an hûnê dev ji van fen û
fûtên xwe berdin. Ger hûn dijminatiyê dikin jî bi camêrî
bikin, ne bi durûtî, ger hûn li çareseriyê digerin jî dîsa bi
camêrtî bigerin ne bi durûtî. HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|