volongoto | Date: Dimanche, 2012-06-24, 0:15 AM | Message # 1 |
Soldat
Groupe: Administrateurs
Messages: 7
Statut: Offline
| WAR EW WAR BU LÊ NE EW BIHAR BÛ
Bi tenê konek mabu,
Li una waran.
Konek di şînê da
Konek reş girê dayî
Bê pejin
Û bê pergal.
Di bin kon da,
Pîremêrek situxwar,
Bêzar û bê mecal.
Geh serî di hejand,
Geh bi axîn û nalenal.
Erdek sipî û sar,
Ezmanek bilind
Û rubarên bê deng.
War xemgîn,
Kal xemgin,
Kon xemgîn,
Rubar xemgîn.
Tenê dengê gohînekê dihat,
Ji navsera dara bê pel.
Ji xemgînî,
Pelê xwe we şandibu
Dara situxwar.
Gohîn helbesta şînê dixwend.
Dar xemgîn,
Pel xemgîn,
Gohîn xemgîn.
Sar bu,
Sir û seqem bu,
Dilerizîn dest û tilîyên terikî.
Li hev diketin diranên kurmaxwarî.
Di ricifîn ji ber seqemê.
Lê sir û seqem ne ya berf û baranê bu.
Lewre demsalan bihar,
Ji mehan nîsan bu.
Di nava wî dazivistanê dest pê kiribu
Ji ber derd û kulan.
Geh berf dibarî,
Geh di bu bager û bahoz.
Geh vize viza bayê kur,
Geh dibu bablîzok.
Bi sere kopalê xwe tev da xwelî
Da xwe ş bike agirè re şmal .
Lê ji zu vavemirî bu agir,
Ji ber rondikên çavan.
Kuçikê sar û vemirî,
Kuçikek vala,
Kuçikek bê hêvî.
Ber xemgîn,
Kuçik xemgîn,
Agir xemgîn,
Xwelî xemgîn.
Geh xwîdan dida,
Ji ber germa dil,
Dikelî
Disincirî di nava xwe da
Mîna volkanan
Ji ber axîn û keseran.
Rabu ser xwe pîremêr,
Bi linngên lerzonek,
Tas girt destê xwe yê recfinek,
Ku ji bire avê vexwe,
Da hênik bibe dev û lêvên zuha buyî.
Kalemêr vala vegerîya ji ser bire,
Pîre merê dil bi kul.
Ziwa bibu bîra avê ,
Pi ştê koçberîyê.
Bîr xemgîn,
Tas xemgîn,
Kal xemgîn.
Berê xwe da goristanê,
Pîremêr,
Da xatir bixwaze,
Ji bav û kalan,
Ji dost û yaran,
Ji xizm û kes û karan.
Xwest baqek gul deyne ser gora şehîdan,
Lê mixabin gul çilmisî û bê bîn bun.
Ji ber bê dengîya ware bê xwedî.
Gul xemgîn ,
Gor xemgîn,
Kêl xemgîn.
Xatir xwestin,
Ji mirîyên goristanê,
Pîremêr,
Bi dilek kul,
Û çavên şil.
Belè mirî jî digirîyan,
Li ser warê şalul û bibil.
Pîr xemgîn,
Mirî xemgîn,
şalul xemgîn
Bil bil xemgîn.
Xwe avît ser gopal ;
Ewî jî berê xwe da koçberîyê,
Ji warê bav û kalan .
Rê xemgîn ,
Ru xemgîn,
Rêwî xemgîn.
Belê war ew war bu,
Lê ne ew bihar bu.
Feyzî Mîrhesen
|
|
| |